Muhammed Nuri Erdoğan
25 Hezîran 2026•Rojanekirin: 25 Hezîran 2026
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Em ê Tirkiye û komara xwe mezin bikin, maf û azadiya her welatiyekî berfireh bikin û 86 milyon welatiyên xwe wekhev bibînin."
Erdogan beşdarî Civîna Berfireh ya Serokên Bajaran ya partiya xwe bû.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da diyar kir wê kesên ku prensîbên wan dipejirînin û dixwazin di atmosfereke aram û rêzdar da ji bo welat û miletê xwe karekî baş bikin, tevlî refên xwe bikin.
Erdogan destnîşan kir helwesta ku qelbê gel dihêle û di dewsa xizmetê da şov dike, dibe ku terza siyasetê ya mixalefetê be, lê ew vê yekê qebûl nakin.
Serokomar Erdogan bal kişand ser giringiya emilandina medyaya civakî û got, "Em ê xizmet û serkeftinên xwe di van platforman da parve bikin. Lê em ê nehêlin ku em di nava odeyên dengvedana medyaya civakî da asê bimînin."
Erdogan diyar kir wê destûrê nedin zihniyeta zordar ku hê jî bi hesreta serdema 28ê Sibatê tevdigere û vî welatî wekî milkê xwe yê taybet dibîne, li Tirkiyeya 2026an zindî be û wiha axivî, "Her çend ew kesên ku bêriya îmtiyaz û xudperestiya xwe ya berê dikin hewl bidin jî heta ku em van meqaman bigirin, ew demên tarî careke din venagerin. Rojên ku elîtên xweperest tiliyên xwe dihejandin, civak rexne dikirin, li gorî cil û bergên jinan cudakarî dikirin û xelkê Anadoluyê biçûk didîtin, li paş mane. Em ê çavên xwe ji kesî ra negirin ku li vî welatî ji ber por, rih, hîzar, cil û berg yan jî serpoşa xwe biçûk tê dîtin yan jî heqaret lê tê kirin. Em ê Tirkiye û komara xwe mezin bikin, maf û azadiya her welatiyekî berfireh bikin û 86 milyon welatiyên xwe wekhev bibînin."