Kaan Bozdoğan
27 Îlon 2026•Rojanekirin: 27 Îlon 2026
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku Tirkiyeyê di 6 mehên ewil ên vê salê da 25 milyar û 746 milyon dolar dahata turîzmê bi dest xist û di dawiya salê da li gorî armancan, dahata turîzmê wê bigihîje asta 65 milyar dolarî.
Serokomar Erdogan di peyama ku li ser hesabê xwe yê NSosyalê parve kir da wiha got: "Ez Roja Dinyayê ya Turîzmê ya sektora me ya turîzmê ku 'pîşesaziya bê dûman' a welatê me ye, pîroz dikim. Me di 6 mehên ewil ên vê salê da 25 milyar û 746 milyon dolar dahata turîzmê bi dest xist. Di dawiya 2026an da înşallah em ê li gorî armancên xwe bigihîjin asta 65 milyar dolarî."