İbrahim Toprak
27 Îlon 2026•Rojanekirin: 27 Îlon 2026
Li Batmanê zaroka ku ket çem û tê da winda bû, ekîban cinazeyê wê dît.
Li beldeya Balpinarê ya li ser navendê Tugba D. (14) û Betul Dya ku bi malbata xwe ra çûn geştê, ji ber sedemeke ku hê nayê zanîn, ketin Çemê Batmanê.
Betul D. bi alîkariya kesên derdorê ji avê hat derxistin, lê Tugba D. di ro da çû û winda bû.
Li ser êxbarê ambulans, ekîba Lêgerîn û Xelaskirina Binê Avê ya Şaredariya Batmanê, Tîmên Lêgerîn û Xelaskirinê yên Cendirmeya Wanê (JAK), AFAD û cendirme sewqî herêmê kirin.
Ekîb di çem da geriyan û cinazeyê keçika winda ji avê derxist.
Cinaze ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Batmanê.