Özcan Yıldırım
30 Hezîran 2026•Rojanekirin: 30 Hezîran 2026
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan pêşwazî li Nûnera Payebilind a Perpisa Karûbarên Derva û Polîtîkaya Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Kaja Kallas û heyeta pê ra kir.
Pêşwazî li Kuliyeya Serokomariyê ji çapemeniyê ra girtî çêbû.
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Burhanettîn Duran, Serşêwirmendê Serokomariyê yê Polîtîkaya Derva û Ewlehiyê Akîf Çagatay Kiliç jî di pêşwaziyê da amade bûn.