Hüseyin Cem Dağıstanlı
01 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2026
ANKARA (AA) - Wezîrê Karên Navxweyî Mustafa Çîftçî got, "Wekî Wezareta Karên Navxweyî me di çarçoweya armanca xwe ya Tirkiyeya Bêteror da 2 hezar û 560 baregehên Ewlehiyê, 203 baregehên Cendirmeyê, bi tevahî 2 hezar û 763 baregehên kontrol û lêgerînê rakirin."
Çîftçî li ser hesabê xwe yê NSosyalê daxuyanî da û wiha got:
"Wekî Wezareta Karên Navxweyî me di çarçoweya armanca xwe ya Tirkiyeya Bêteror da 2 hezar û 560 baregehên Ewlehiyê, 203 baregehên Cendirmeyê, bi tevahî 2 hezar û 763 baregehên kontrol û lêgerînê rakirin. Ji serê salê vir va bi xebatên qanîkirinê 2 jê kategoriya gewr, 1 jê kategoriya zer, bi tevahî 134 mensûbên PKK/RTC teslîmî hêzên me yên ewlehiyê bûn û me ev bi raya giştî ra parve kiribû. Em bi serokatiya Serokomarê me yê Muhterem Recep Tayyîp Erdogan yekîtî û bihevrabûna miletê xwe qewîtir dikin û biryardarî ber bi armanca xwe ya Tirkiyeya Bêteror va diçin."