Ahmet Arslantaş
26 Gulan 2026•Rojanekirin: 26 Gulan 2026
Li Adiyemanê xaşxaşkên li ser zeviya nêzî 40 donimî dîmenên xweş derxistin holê.
Xaşxaşkên ku li ser zeviyên nava sînorê gundê Kizilcapinara ser navendê vebûn, herêm sor kir. Zeviyên ku xaşxaşkan sor kirin, li qeraxê Bendava Ataturkê ne û dîmenên xweş derketin holê.
Kesên ku ji siruşt û kişandina wêneyan hez dikin, eleqe nîşanî zeviyên xaşxaşkan dan.
Sabrî Taşarê ku li herêmê geriya, got ku ew wexta diçû gundê xwe, zeviyên xaşxaşkan dîtin û di nav wan da wêne kişand.
Nevzat Polat jî got ku wî wêneyê zevî û xaşxaşkan kişand.