Serokomar Erdogan Sekreterê Giştî yê NATOyê Rutte qebûl kir
Özcan Yıldırım, Zafer Fatih Beyaz
06 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2026
photo: TCCB/Murat Çetinmühürdar / AA
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte qebûl kir.
Serokomar Erdogan di çarçoveya Civîna Serokên Dewlet û Hikûmetên NATOyê ya 36emîn a ku wê bi mazuvaniya Tirkiyeyê li Kulliyeya Serokomariyê çêbibe da, hevdîtinên xwe yên rûbirû didomîne.
Serokomar Erdogan di vê çarçoveyê da bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Rutte ra hevdîtineke ku bi çapemeniyê ra girtî kir.
Wêne : TCCB/Murat Çetinmühürdar/AA
Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê der barê qebûla Serokomar Erdogan a Sekreterê Giştî yê NATOyê Rutte da daxuyanî da
Di qebûla Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte da rojeva Civîna NATOyê ya li Enqereyê û geşedanên herêmî û cîhanî hatin axaftin.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê der barê qebûla Serokomar Erdogan a Sekreterê Giştî yê NATOyê Rutte da daxuyanî da.
Di daxuyaniyê da hat gotin Serokomar Erdogan di çarçoveya Civîna Serokên Dewlet û Hikûmetên NATOyê ya 36emîn a ku wê bi mazuvaniya Tirkiyeyê li Kulliyeya Serokomariyê çêbibe da, Sekreterê Giştî yê NATOyê Rutte qebûl kir.
Li gorî vê, di qebûlê da rojeva Civîna NATOyê ya li Enqereyê, geşedanên herêmî û cîhanî hatin axaftin.
Serokomar Erdogan anî ziman Civîna Serokan a NATOyê ya ku wê li Tirkiyeyê çêbibe li ser xêrê be û got Tirkiyeyê amadehiyên xwe yên ji bo civînê temam kiriye.
Serokomar Erdogan daxuyand di Civîna NATOyê ya lı Enqereyê da ji parastina kolektîf bigire, heta hevkariya pîşesaziya parastinê ya di navbera mitefîqan da, axaftina gelek mijaran wê girîng be.
Ji bilî vê, Erdogan destnîşan kir Foruma Pîşesaziyê ya Parastinê ya ku wê di çarêoveya civînê da çêbibe jî wê bi baldarî bê şopandin.