Beşir Şavur
15 Îlon 2026•Rojanekirin: 15 Îlon 2026
Turîstekî ji Koreya Başûr ê ku serdana Mêrdînê kir, bû Misilman.
Di daxuyaniya Miftîtiya Artukluyê da hat diyarkirin turîstekî ji Koreya Başûr ê ku serdana Mêrdînê kir xwest ku bibe Misilman, ji ber vê li miftîtiyê merasîmeke îhtîdayê hat lidarxistin.
Hat daxuyandin merasîm bi serokatiya Miftiyê Navçeyê Suleyman Baran çêbû, turîstê bi navê Shaevn şehadeta xwe anî û bû Misilman.
Hat gotin wî navê "Ebdullah" wergirt û Miftî Baran Qurana Pîroz diyariyê wî kir.