Wezîr Çîftçiyê ku danê sibê hat Bidlîsê di çarçoveya bernameyên xwe da Walîtî ziyaret kir.
Çîftçî destê kesên ku pêşwaziya wî kirin şidand û Lênûska Şerefê ya Walîtiyê îmze kir.
Çîftçî pişt ra derbasî meqamê bû û bi amîrên saziyan ra hevdîtin kir û der barê xebatan da ji Waliyê Bidlîsê Ahmet Karakaya agahî hildan.
Çîftçî û kesên pê ra paşê derbadî navçeya Tetwanê bûn û li Mizgefta Îbadullah nimêja înê kir û esnaf ziyaret kir.
Çîftçî paşê Şaredariya Bidlîsê ziyaret kir û ji şaredarên bajêr û navçeyan der barê xebatên wan da agahî hildan.
Çîftçî serokatiyên bajêr ên AK Partî û MHPyê jî ziyaret kirin û bi partiyiyan ra civiya.
Di ziyaretan da Parlamenterê Bidlîsê yê AK Partiyê Turan Bedîrhanoglu, Şaredarê Bidlîsê Nesrullah Tanglay, Fermandarê Kolordoya Asayîşê ya Cendirme ya Wanê Tumgeneral Unsal Bulut, Fermandarê Cendirmeyan ê Bajêr Tuxgeneral Bariş Soyal, Midûrê Ewlehiya Bajêr Koray Şensoy, Serokbajarê AK Partiyê Engîn gunceoglu, Serokbajarê MHPyê Tekîn Uçak û saziyên amîran jî cî girtin.