Zafer Fatih Beyaz
15 Gulan 2026•Rojanekirin: 15 Gulan 2026
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Ozbekistanê Şewket Mîrziyoyev ra civiya.
Serokomar Erdogan li Turkistana bajarê Qazaxistanê di çarçoveya Lûtkeya Nefermî ya Rêxistina Dewletên Tirkî da bi Mîrziyoyev ra civiya.
Di hevdîtinê da ku li otêla Erdogan lê dima pêk hat û ji çapemeniyê ra girtî bû, Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan jî amade bû.