10 Mijdar 2016•Rojanekirin: 10 Mijdar 2016
ANKARA
Di operasyona ku li herêma Bestler-Derelerê bi piştgiriya dronan hat lidarxistin da 19 terorîst hatin kuştin.
Li gor agahdarkirina TSKê li herêma Bestler-Derelerê 2yemîn Operasyona Muşterek a ku di 3 sermawezê da dest pê kir didome.
Di operasyona li ser herêma Bestler-Derelera da qaşo baregeha seha Botanê ya rêxistina terorê ya cudaxwaz e, ji 600 kîlometreqereyî pêk tê, ji bo xweveşartin û mayîna mensûbên rêxistina terorê jî mûsaît e bi saya dronan va 19 terorîst hatin berterefkirin û yek jî sax hat qefaltin.
Ji bilî vê li herêmê cesedê 7 terorîstan ku di operasyonên berê da hatibûn kuştin jî, hat dîtin.
Yekîneyên tevlî operasyonê bûn gelek stargehên ser erdê û bin erdê yên rêxistinê, depo, çekên giran û cebilxaneya çekan û gelek amûr, xwarin û xurekên ji bo jiyanê tespît kirin û paşê jî îmhe kirin.