Abdullah Tel
18 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2018
ANKARA
Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Ajansa Anadoluyê (AA) Şenol Kazanci û Kordînatorê Giştî yê Weqfa SETAyê Prof. Dr. Burhanettin Duran ji bo hevkariya SETA û AAyê protol îmze kirin.
Protokol li Ajansa Anadoluyê hat îmzekirin, SETA û AA di qadên hevpar da wê şirîkiya kar a stratejîk bikin.
Di çarçoveya protokolê da SETAyê bi pisporên xwe şêwirmendiya weşan, rapor, nûçeyên dosya û analîzê yên ku AA diweşîne, bike û hewce bike di qada naverokê da wê piştgiriyê bide.
Di perwerdehiyên hundir û derva yên saziyê da ku Akademiya Nûçeyan a AAyê bike wê pispor û akademisyenên ku SETA pêşniyaz bike cih bigirin.
Herdu sazî dema hewce bike wê ji arşîvên hev îstifade bikin û di heman demê da wê komeke xebatê ya ji bo eşkerekirin û kifşkirina stratejiyên hevpar ên herdu saziyan jî bê avakirin.
Piştî merasima îmzekirinê Kordînatorê Giştî yê Weqfa SETAyê Duran bal kişand ser tecrûbeya AAyê ya nûçeyan a sed salî ji bo vê kêfxweşiya xwe parve kir û got: "Tecrubeya AAyê ya di qada nûçeyan da wê pêşiya xebatên SETAyê ronî bike."
Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêveberiyê ya AAyê Kazanci jî ragihand ku bi ezimandina Duran ew gelek kêfxweş bû ji Serokê Giştî yê Weqfa SETAyê Dr. Serhat Albayrak ra jî cihê spas kir û wiha pê da çû: "SETA di nav saziyên lêkolînê yên Tirkiyeyê da ji yên pêşdatir tên yek e. Hevkariya bi SETAyê ra di serî da ji bo nûçeyên me yên dosya û analîzê wê bi kêrî xebatên me yên din jî bê."