09 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2016
VAN
Li Wanê piştî ku berf barî û serma ket, Avgura Muradiyeyê qerisî.
Avgura ku havînê bi xuşexuş diherike, zivistanê diqerise û dişibe travertenên Pamukkaleyê.
Li Wanê bi roj germahiya hewayê di bin sifirê da 14 pile hat pîvandin û avgura li ser çemê Bendîmahiyê ya li Muradiyeya navçeya Wanê qerisî.
Avgura ku ku qerisî bala wênekêşan dikişîne.
Cengiz Yaşarê ji Muradiyeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku avgur her demsal xweş e û wiha got: "Avgur di nav 3 rojan da qerisî. Dişibe travertenên Pamukkaleyê û bala tûrîstên xwemalî û biyanî dikişîne."
Mahmut Serazê ziyaretvan destnîşan kir ku yên bên serdana avgura Muradiyeyê wê poşman nebin.