09 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2016
ŞANLIURFA
Welatiyên li Akçakaleya navçeya Şanliurfayê û xelkê Sûriyeyê ku ji ber şerê navxweyî welatê xwe terikandin, bertek nîşan dan ku PYDya rêxistina terorê çima paçê ku nîşana wê ye li ser sînor daliqandiye.
Omer Îsmaîlê ji Sûriyeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku PYDyê ew bi darê zorê dane koçkirin.
Îsmaîl diyar kir ku Tel Ebyad axa hemû xelkê Sûriyeyê ye û wiha got: "Divê rêxistinên terorê vê baş bizanibin. Em dizanin ku DYA bi PYDyê tiştên wiha dide kirin. Em ê cardin vegerin ser axa xwe."
Yasîn Omer jî destnîşan ku PYDyê xelkê navçeyê da koçkirin û got ku dixweza rewşa demografîk ya herêmê biguherîne û wiha dewam kir: "Ez ji vê derê gazî Salih Muslimê şirîkê Ocalan dikim. Ev dêr ji bapîrên me bo me maye û axa me ye. Mafê wan tuneye ku me ji vê derê derxin. Niha Tel Ebyadê di malên malbatên ereb digerin û ciwanên me bi zorê dibine leşkeriyê. An kî kêçan dibin. Eger ew jî nebe pere dixwazin. Mafê wan nîne van tiştan li me dikin."
- "PYD li vê derê emanetgir e"
Serokê Şaredariya Akçakaleyê Abdulhakîm Ayhan jî got ku ala ku li sînorê dalîqandine pîne ye û wiha axivî: "PYD li wê derê emanetgir e. Înşellah di demeke kin de xwediyê wê derê yên biesil wê bên û wan derxin. Em pîneyên wan yên ku daliqandin hez nakin behs jî bikin. Em ê wan daxin û ji holê rakin. Welatiyên me li aliyê dewleta xwe ne. Ew alayekê pêve bikin em ê li vî alî 3 alayên Tirkiyeyê pêva bikin."