08 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2016
HAKKARÎ
Hat ragihandin ku li Yuksekovaya navçeya Hekariyê guleya ser wesayîta zirxdar a kobrayê agir hilda 4 kes mirin û 2 kes birîndar ketin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku li Ormana taxa Yuksekovayê wesayîta zirxdar a kobrayê ji bo li dewriyeyê bigere ber bi Xaçerêya Girtîgehê ya hinda Kolana Cengiz Topelê birê ket.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li tanga Xaçerêya Girtîgehê sîlaha li ser wesayîtê bi carekî agir hilda û wiha hat gotin:
"Di encama agirhildanê da Şemsettîn Çakmakçi, Rahmî Safhali, Necdet Îşozu, Mehmet Alî Kaya, Serhat Buldan û Aydin Tumenê ku li mixazeyekîbûn birîndar ketin, bi lez û bez birîndar bi ambûlansa rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yuksekovayê. Safhali, Îşgozu, Buldan û Tumen ligel hemî midaxeleyan nefilitîn. Dermankirina birîndarên din dewam dike. Polêsê ku li ser wesayîtê wezîfedarbû di îfadeya xwe ya ewil da got tu carî destê xwe nedaye tetika sîlahê û sîlahê bi xwe û xwe agir hildaye. Di bûyerê da polês hat binçavkirin, wesayît jî hildan bin mihefezeyê."
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku der barê bûyerê da lêpirsîn dane destpêkirin, bûyerê ji her aliyan va bê eşkerekirin ji bo vê jî mifetişê ku bi destê Wezareta Navxweyî hatiye tayînkirin dest bi xebatan kir.