18 Tebax 2016•Rojanekirin: 19 Tebax 2016
ŞANLIURFA
Serdozgeriya Komarê ya Şanliurfayê ji ber sedema daxuyaniya Hevseroka Giştî ya HDPê Fîgen Yuksekdag a ku gotibû "Me pişta xwe daye YPGê, YPJê û PYDê" ji ber sûcê "propagandaya rêxistina terorê kirin û endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" îdianameyeke ku 15 salan cezayê hepsê dixwaze, amade kir.
Ji bilî Yuksekdag der barê parlamenterên HDPê Dîlek Ocalan û Îbrahîm Ayhan de ji ber sûcê "propagandaya rêxistina terorê kirin" 5 sal, der barê Altan Tan de jî "bi eşkere gel ji bo kîn û dijminatiyê tehrîkkirin" ji salekê heta 3 salan cezayê hepsê hat xwestin.
Guherîna zagonê ya der barê rakirina parezbendiya parlamenteran di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Piştî ku ew kete rewacê Serdozgerê Komarê ya Şanliurfayê Ugurhan Kuş der barê Hevseroka Giştî ya HDPê Fîgen Yuksekdag, Parlamenterê Diyarbekirê Altan Tan, Parlamenterên Şanliurfayê Ocalan û Ayhan de îdianame amade kir. Kuş ev îdianame pêşkeşî Dadgeha Cezaya Asliyeyê û Cezaya Giran kir.
Îdianameya der heqê Yuksekdaga ku di 19ê tîrmeha 2015an da li Sirûca navçeya Şanliurfayê di çalakiya "Sala 3yan a şoreşa Rojavayê" da gotibû "Me pişta xwe kutaye YPG, YPJ û PYDê" da tê gotin ku "di axaftina xwe da çalakiyên tundî yên PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê meşrû nîşan dide, propagandaya terorê dike û di nav wan da têkiliya organîk heye ji ber vê jî endamtiya xwe ya rêxistinê bêşik bi awayekê eşkere tîne ziman".
Di îdianameyê da hat diyarkirin ku Yuksekdag di axaftina xwe da sûcên "endamtiya rêxistina çekdar a terorê, propagandaya terorê" dike ji bo vê jî dibê li gor Qanûna Têkoşîna Dijî Terorê ya bi hejmara 3713an û Qanûna Ceza ya Tirkan a bi hejmara 5237an bê darizandin û ji 5 salan hetanî 15 salan ceza bê dayîn.
Îdianameyên ku der heqê parlementerên din da hatine amadekirin
Di îdianameya ku der heqê Dîlek Ocalana parlementera Şanliurfayê ya HDPê da hatiye amadekirin da jî tê destnîşankirin ku di axaftina xwe ya 23yê sibata 2016an ya ku li Wêranşehra navçeya Şanliurfayê di merasima cinazeyê Mehmet Yilmazê ku li Cizîrê bi hêzên ewlekariyê ra ketibû pevçûnê û hatibû kuştin da "tehdîd, şidet û tundiya rêxistina terorê" meşrû nîşan dide.
Parêzbendiya Ocalanê hatiye rakirin û ji ber sûcê "kirina propagandaya rêxistina terorê" li gor benda 7/2yemîn ya Qanûna Têkoşîna Terorê ya ku hejmara wê 3713 ye û bendên 53 û 58/9ê ya Qanûna Cezayê Tirk ku hejmara wê 5237 e, ji bo Ocalanê heta 5 salan cezayê hebsê hat xwestin.
Hat gotin ku parlementer Îbrahîm Ayhan jî di 21ê îlona 2015an da li ser malpera xwe ya medyaya civakî peyamek weşandiye û di peyama xwe da çalakiyên rêxistina terorê ku tê da zordarî, şidet û tehdîd hene, weke ku meşrû dabe nîşandan û pesnê wê dabe û bi parvekirina xwe va propaganda kiriye. Ji ber vê li gor benda 7/2yemîn ya Qanûna Têkoşîna Terorê ya ku hejmara wê 3713 ye û bendên 53 û 58/9ê ya Qanûna Cezayê Tirk ku hejmara wê 5237 e, ji bo Ayhan heta 5 salan cezayê hebsê hat xwestin.
Di îdianameya ku ji bo Parlementerê Diyarbekirê yê HDPê Altan Tan jî hat amadekirin û Dadgeha Cezayê Esliyê îdianame qebûl kir jî hat gotin ku di 21ê adara 2012an da li Şanliûrfayê di çalakiya Newrozê da axiviye û li dijî dewletê û dijî gelên din nav gelê kurd daye û kîn û dijmintiya wan tehrîk kiriye.
Li gor benda 216/1ê ya Qanûna Cezayê Tirk Altan Tan ji ber sûcê "Gel teşwîqî kîn û dijmintiyê kiriye" û ji ber vê jî jê ra ji salekê heta 3 salan cezayê hebsê tê xwestin.