07 Nîsan 2018•Rojanekirin: 07 Nîsan 2018
ANKARA
Artêşa Tirkiyeyê di nav hefteya dawîn da di operasyonên ku li Mêrdîn, Tûncelî, Diyarbekir, Şirnex û bakurê Iraqê hatin kirin da 108 terorîst berteref kir.
Li gor daxuyaniya Sererkaniyê hat diyarkirin Artêşa Tirkiyeyê 31ê Adarê û 6ê Nîsanê di operasyonên ku li Mêrdîn, Tûncelî, Diyarbekir, Şirnex û bakurê Iraqê hatin kirin da 108 terorîst berteref kir.
Hat diyarkirin ku di operasyonê da 28 tiving, 5 tivingên mekanîk û rokêtavêjek hat qefaltin û 59 teqemeniyên bi destan hatine çêkirin û 56 kozikên çekan, baregeh, sitargeh, depo û şikeft hatin îmhekirin.
Li gor agahiyan di operasyonan da 10 esker şehîd ketin û 29 esker jî birîndar bûn.