Fatih Gazioğlu
07 Nîsan 2018•Rojanekirin: 09 Nîsan 2018
HAKKARÎ
Projeya "Çaxê dikarî bibezî bibeze" ya ku bi destê Midûriyeta Giştî ya Sporê va tê meşandin li Hekariyê dest pê kir.
Projeya "Çaxê dikarî bibezî bibeze" bi destê Wezareta Spor û Ciwaniyê ji bo ku hemû welatî beşdar bibin tê organîzekirin.
Armanca projeyê ew e ku çalakiyên sporê zêde bibin û zarok û ciwan bên teşwîqkirin. Hedefeke projeyê jî ew e ku kal û pîr, xort û ciwan, jin û mêr her kes beşdarî fealiyetên sporê û perwerdeya bedenê bibin.
Di vê çarçoveyê de meşa ku li pêşiya Tesîsên Xizmeta Spor û Ciwaniyê ya Hekariyê dest pê kir, li deriyê avahiya şaredariyê bi hin çalakiyan qediya.
Midûrê Spor û Ciwaniyê yê Bajêr Reşît Guldal daxuyaniyek da û got ku divê her kes ji bo siheta xwe beşdarî çalakiyên sporê bibe û hereketan bike. Guldal got ku spor bo kesên ki kîloya wan zêde ye jî gelekî bi kêr e û diyar kir di çarçoveya projeyê de ew ê li hemû taxan çalakiyan bikin û ew dikarin xizmetê bidin bi hezaran merivî.
Cuneyt Epcîmê Wekîlê Serokê Şaredariya Hekariyê, antrenor û xwendekar beşdarî meşê bûn.