27 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2016
HATAY
Wêneya "Ji bo bangewaziya Gozyaşiyê ya ji bo bavê wê, alîkarî hat dayîn" di dengdayîna "Wêneyên Salê" yên Ajansa Anadoluyê da cih girt û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan deng dabû vê wêneyê. Xeyala Gozyaşiya qehremana vê wêneyê ew e ku Serokomar Erdogan bibîne.
Mamun Xalid Nasir 27 salî ye û di şerê navxweyî yê Sûriyeyê da ji ber bombeya warîlê ji herdu piyên xwe, pêçiyên xwe yên destê rastê, çavê xwe û guhê xwe bû. Gozyaşiya keça wî ya 5 salî li ser rewşa bavê xwe got ku "Çavên min hildin û bidin bavê min. Bila ew bibîne û ji min hez bike." Piştî vê gotina Gozyaşiyê saziyên civata sivîl û xêrxwaz, piştgirî dan malbatê. Mamun Xalid Nasir carekê hat emeliyetkirin û divê emeliyeteke din jî bibe.
Gozyaşiyê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku ew ji ber alîkariyan kêfxweş in.
"Apê Erdogan wêneyê min û yê bavê min dîtiye, em kêfxweş bûn"
Gozyaşiyê destnîşan kir ku ji bo bavê wê baş bibe, divê careke din jî emeliyat be û wiha xeberda, "Hindik be jî bavê min, min dibîne û ji min hez dike. Ez dizxwazim ew bi temamî baş bibe. Yên ku dengê me dibihîzin û alîkariya me dikin, ez spasiya hemûyan dikin. Heger lingên protez ên bavê min hebin, ez dixwazim pê ra bimeşim û bilîzim."
Gozyaşiyê dema ku bihîst Serokomar Erdogan deng da wêneya wê ya digel bavê wê, gelekî kêfxweş bû û wiha got, "Apê Erdogan wêneyê min û yê bavê min dîtiye, em kêfxweş bûn. Ez gelekî ji wî hez dikim, ez pir dixwazim wî bibînim. Wî derfet çêkir û em bên Tirkiyeyê. Înşelah ezê rojekê wî bibînim. Ez gelekî jê hez dikim. Xwedê jê razî be."