İbrahim Atmaca
18 Mijdar 2018•Rojanekirin: 18 Mijdar 2018
MALATYA
Ji bo Meletî, Elezîz, Tuncelî, Bîngol û Adiyemanê hişyariya qeşa û qermê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 13em a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêma Meletî, Elezîz, Bîngol, Tuncelî û Adiyemanê tê payîn ku heta sibê hewa ewrsayî û kêmewrayî be.
Li gor texmînê li 5 bajaran germa hewayê wê di navbera pileyek û 2 pileyan da zêde be.
Ji ber ku seba bajarên navborî bi şev û serê sibê cî bi cî qeşa, qerm û ximam tê payîn, welatî seba rewşên neyênî hatin hişyarkirin ku tevdîrên xwe hildin û baldar bin.