18 Mijdar 2018•Rojanekirin: 19 Mijdar 2018
HALÎFAX
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar bi Sererkanê Amerîkayê Orgeneral Joseph Dunford ra hevdîtinek kir.
Akar ji bo ku beşdarî Civîna Ewlehiyê ya Navneteweyî ya Halîfaxê bibe hat Halîfaxa bajarê Kanadayê û li vir hin hevdîtin pêk anî.
Akar ewil bi Wezîrê Parastinê yê Kanadayê Harjît Sîngh Sajjan ra hevdîtinek kir û paşê bi Sererkanê Amerîkayê Orgeneral Joseph Dunford ra hat bal hevdu.

Hevdîtina Akar û Dunford ji çapemeniyê ra girtî, qasî saetekê dewam kir.
- "Me hişyarî da wan ku dîmenên tahrîkkar û nayên qebûlkirin"
Piştî hevdîtinê Akar daxuyanî da rojnamevanan û got wî ji wan ra gotiye divê eskerên Amerîkayê têkiliyên xwe yên bi YPGya tu ferqa wê ji PKKya terorîst tune ra qut bikin.
Der barê wêneyên eskerên Amerîkayê yên bi YPGyiyan ra kişandine da jî Akar wiha axivî: "Me hişyarî da wan ku dîmenên tahrîkkar û nayên qebûlkirin bila car din neyên dubarekirin. Me bal kişande vê mijarê ku ew bi kamyon, tir û balafiran va çek û muhîmatan didin YPGya terorîst lê ev ne li gor îtîfaqê ye, ne li gor hişmendiya mutefîqbûyînê ye û ne mumkune ku em vê qebûl bikin. Me hişyariyên xwe dubare kir û me ji mutefîqên Amerîkî ra got di vê mijarê da bila tevdîran bibînin û bila bilez ew têkiliyên xwe yên bi YPGya tu ferqa wê ji PKKya terorîst tune ra qut bikin."

Wezîr Akar got YPGya rêxistina terorê êrîşî hêzên ewlehiyê dike, sivîlan û gelê bêguneh dikuje û wî ji Amerîkayê ra gotiye divê eskerên Amerîkî bi YPGyê ra hevkariyê nekin, ew dev ji vê xeletiyê berdin.
Akar got rojek berê jî ew bi hin senatorên Amerîkî yên ku hin endamên Komîteya Parastinê jî di nav da bûn ra civînek kiriye û di civînê da ew li ser mijarên wek îadekirina serokê Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) û endamên wê, YPGya rêxistina terorê axivîne.
Akar daxuyand di civînê da wan têkiliya Amerîkayê ya bi YPGyê ra rexne kiriye û wiha dewam kir: "Me got ev têkilî berwet bin jî, ji bo taktîkê bin jî Tirkiye vê qebûl nake, me ev dubare kir."