Ferizat Kaya
17 Îlon 2017•Rojanekirin: 18 Îlon 2017
AFYONKARAHİSAR
Li Afyonkarahîsarê tevî minibusa karkerên çandiniyê, 5 wesayît li hev qelibîn di qezayê de 11 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, otomobîla ajokarê wê nediyar a bi pileqeya 06 TZN 03 li wesayîta Serkan Çekîler a bi pileqeya 03 HB 853 qelibî.
Minibusa karkerên çandiniyê ya bi pileqeya 13 AS 189 ku Mehmet Asana diajot jî li wesayîta Kamîl Yaz a bi pileqeya 64 AV 536 û Tahsîn Erdogan a bi pileqeya 05 NB 101 ku qezayê dîtin û sekinîn, qelibî.
Di qezayê da 11 kes birîndar bûn. Birîndar bi ambulansan sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Afyonkarahîsarê hatin kirin.
Hat ragihandin ku piştî qezayê ajokarê wesayîta bi pileqeya 06 TZN 536 ji cihê bûyerê reviya. Ji ber qezayê du saetan rê ji trafîkê re hat girtin.