İbrahim Atmaca
17 Îlon 2017•Rojanekirin: 19 Îlon 2017
DIYARBAKIR
Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê bi hinceta ku di kongreya asayî ya Kongreya Civata Demokratîk (DTK) da "propagandaya rêxistina terorê" hat kirin, lêpirsîn da destpêkirin.
DTKê duh bi duruşmeya "Ji bo Kurdistana Azad Roj Roja Yekîtiyê ye" li salona konferansê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) kongre kir. Serdozgeriyê der heqê axaftinên kongreyê, wêneya Abdullah Ocalanê serkirdeyê PKKya rêxistina terorê ku li salonê hat daliqandin, pankartên ku tê da pesnê terorîstan tê dayîn da bi hinceta ku "propagandaya rêxistina terorê" hat kirin, lêpirsîn vekir.
Hevseroka Giştî ya HDPê Serpîl Kemalbay, Hevserokê Giştî yê DBPê Mehmet Arslan û Hevseroka DTKê Leyla Guven di kongreyê da axivîbûn. Parlementerên HDPê û endamên DBP û DTKê beşdarî kongreyê bibûn.