Abdullah Tel
03 Îlon 2017•Rojanekirin: 03 Îlon 2017
BÎLECIK
Li Bîlecikê bi lerza 3,7an erdhej qewimî.
Li gor agahiya li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD)ê, li Bîlecikê di saet 06.23an da bi lerza 3,7an erdhej çêbû.
Ji ber erdhejê li navend û navçeyan tu zirar neqewimî û tişt bi kesî nebû. Lê hin welatiyên ji ber tirsa erdhejê ji malên xwe derketibûn heta demekê li derva sekinîn.