Muhammet Kurşun
03 Îlon 2017•Rojanekirin: 09 Îlon 2017
ŞANLIURFA
Ji ber mekanên xwe yên tarîxî, potansiyela di warê dînan de û çêja di xwarinan de tûrîstên ehlî û biyanî di çarçoveya tûrên çandî de berê xwe didin Herêma Rojhilatê Başûr û 10 roj tetîla xwe ya Eyda Qurbanê li wir derbas kirin.
Li gor agahiyên peyamnêrê AAyê kom kirin, herêmê havîneke germ li pey xwe hişt û bi destpêka hênikahiyê re mêvanên tarîx, tebîet û hunerê diezimîne.

Herêm guzergahên herî muhîm ên çandê di xwe de dihewîne û ji ber ku tetîla Eyda Qurbanê jî dirêj e, bû navenda geştiyarên ehlî û biyanî.
Gobelitepeya ku wek bermayiya perestgeha herî kevn a dinyayê tê qebûlkirin û Ûrfaya ku tê rîwayetkirin Hezretî Îbrahîm lê hatiye dinyayê, ji wan mekanan in ku herî zêde tên ziyaretkirin.
Entaba bi şîrînî û gastronomiya xwe dewlemend e yek ji navendên tûrîstan bû.

Bi malên tarîxî yên ji kevir û mekanên xwe yên curbecur Mêrdîn jî wek dergûşa medeniyetan tê binavkirin. Mêrdînê jî gelekî bala tûrîstan kişand.
Diyarbekira ku ji ber bûyerên terorê demên ne xweş derbas kirin jî rastî eleqeyeke zêde ya tûrîstan hat.