03 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2015
MARDİN
Walîtiya Mêrdînê da zanîn ku li navçeya Dêrîkê 15 terorîstên ku êrîşî hêzên ewlehiyê û wesayîtên bizirx kirin hatin kuştin, 2 terorîstên endamê YDG-Hyê jî hatin girtin.
Walîtiyê daxuyaniyek da û bi bîr xist ku Qaymeqamtiya Dêrîkê ji bo ku ewlehiya can û malê gel bê pêkanîn li gor madeyên eleqedar ên Qanûna Îdareya Bajêr a bi nimreya 5442 li Taxên Cevîzpinar, Kale, Kuçukpinar, Zeytînpinar, Bahçelîevler, Dag, Sogutozu û Tepebagê di 27ê sermawezê de biryara qedexeya derketina derve da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku îro qedexeya derketina derve hat rakirin û hat gotin ku di encama fealiyetên hêzên ewlehiyê de 8 bergirî hatin rakirin, 2 xendeq hatin girtin û 7 mekanîzmayên bombeyê hatin îmhakirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi roketavêjan 7 êrîş birine ser hêzên ewlehiyê û wiha hat gotin:
"15 terorîstên mensûbên PKK/KCKya rêxistina terorê yên ku êrîşî hêzên me yên ewlehiyê û wesayîtên bizirx kirin hatin kuştin, 2 terorîstên endamê YDG-Hyê jî hatin girtin. Di êrîşên bi roketavêj, bi bombe û çekdarî yên ku mensûbên PKK/KCKya rêxistina terorê kirin de eskerekî me hat şehîd kirin, 3 peywirdarên me yên herekata taybet tehl bûn û eskerekî me jî bi xedarî birîndar bû."
Dan zanîn ku di operasyonê de 27 tifingên nêçîrê, 6 muhimmatê roketavêjan, 2 keleş, 3 şarjorên tijî, 100 guleyên keleşê, 2 şarjorên keleşê, 656 guleyên kanasê û gelek melzemeyên jiyanê û melzemeyên tibî, kabloyên ku di çêkirina bombeyan de tên bikaranîn, pîl, banda koliyê yên rêxistina terorê bi dest xistin.