Piştî ku li Ceylanpinara navçeya Şanliûrfayê 2 polês di malê da hatin cangorîkirin û tevahiya welêt operasyon hatin kirin û di pevçûn û operasyonan da 22 terorîst hatin kuştin û 13 jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlehiyê berhev kir piştî ku di 22yê tîrmehê da li Ceylanpinarê 2 polês hatin cangorîkirin, di nav 30 rojî da di operasyonên li dijî rêxistina terorê da 2 hezar û 700 kes avêtin nezaretê.
Ji gumanbarên ku sewqî edliyeyê kirin 650 kes hatin girtin û 600 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.
Di operasyonên hêzên ewlehiyê da teqemenî, 10 çekên giran, 53 bombeyên destan, 95 demançe, 99 tiving, 16 hezar gule, hezar û 12 molotof, 170 bombeyên bi destan hatine çêkirin û gelek melzeme û amûrên rêxistinê hatin qefaltin.
- 22 terorîst hatin kuştin
Piştî ku li Ceylanpinara navçeya Şanliûrfayê 2 polês di malê da hatin cangorîkirin û tevahiya welêt operasyon hatin kirin û di pevçûn û operasyonan da 22 terorîst hatin kuştin û 13 jî birîndar bûn.
Di êrîşên terorîstan da jî li qada polêsan da 3 jê leşker, 16 jî polês 19 kes cangorî bûn.
Di bûyeran da 10 leşker, 78 polês birîndar bûn û 8 welatiyên sivîl mirin. Di êrîşan da 40 welatî jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku wê operasyon dewam bikin.