22 Gulan 2016•Rojanekirin: 24 Gulan 2016
HATAY
Li Samandaga navçeya Hatayê li sahîla Çevlîkê, gava ku tîmên hêzên ewlehiya peravan di bota bi navê "keleka can" da lêkolîn dikir, teqîn çêbû û di teqînê da eskerek şehîd ket, masîgirek birîndar bû.
Li gorî agahiya ku hat hildan, li ser îxbara "di bota bi navê 'keleka can' da 2 kesên bêrih hene" ekîbên ewlehiya peravan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Wexta ku ekîban di botê da lêkolîn dikir, teqîn çêbû. Di teqînê da eskerek şehîd ket û masîgirê ku îxbar kiribû birîndar bû.
Waliyê Hatayê Ercan Topaca hat Fermandariya Ewlehiya Peravan a Samandagê û derbarê bûyerê da agahî hilda.
Di vê navberê da bi dorfirehî tedbîrên ewlehiyê hatin hildan.