22 Gulan 2016•Rojanekirin: 24 Gulan 2016
ANKARA
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Davutoglu: "Me wefaya ehda xwe ji ser her tiştî ra girt. Birayên min em ji meqam, mewqî û qoltixan xatir dixwazin, lê em tu wextî ji ehda xwe ra, ji doza xwe ra, ji rêgezên xwe ra dest li ba nakin, em tu wextî venagerin û dev jê bernadin. Em li dû rojevên demkî nînin, em li pey fazîletên mayînde ne. Em ne ji rê averê dibin û ne jî li dafikên li ser rê diqelibin, ne jî asoya xwe, doza xwe, eşqa xwe, hezkirina xwe jibîr dikin."
Serokwezîr û Serokê Giştî yê AK Partiyê Davutoglu: "Di nav vê tevgerê da kesekî ku devjênayêberdan tune ye, lê hin nirx û rêgezên vê tevgerê hene ku tu caran devjêbernade û nikare devjêberde. Ak Partî tu carî nebûye partiya zumreyekê û ew ê nebe jî. AK Partî partiya hemî miletê me ye, partiya hemî Tirkiyeyê ye û ewê her tim wisa dewam bike."