16 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2016
HAKKARÎ
Li Hekariyê bomebeya ku terorîstan li ser rê çal kir teqiya û leşkerek şehît ket.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê hat standin, leşkerên ku li ser rêya Hekarî û Wanê li mayînan digeriya û rê kontrol dikir li nêzî Yenîkopruyê teqemeniya destçêkirî ya ku terorîstên PKKyî li ser rê çal kiribûn, ferq kirin.
Piştî ku li der û dorê tevdîrên ewlehiyê hatin dîtin, ekîban dest pê kir ku li ser teqemeniyê bixebitin, lê wê demê teqiya. Di teqînê da leşkerek şehît bû.
Li herêmê dijî terorîstan operasyonê dest pê kir.