16 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2016
GAZÎANTEP
Li Gazîentabê hêzên ewlehiyê operasyon birin ser malekê. Endamên rêxistina terorê DEAŞê yên ku di malê da bûn, lê nihêrîn ku wê werin girtin, xwe teqandin.
Tîmên Şaxa Tevgera Taybet a Midûriyeta Ewlehiya Wilayetê li ser îxbarekê rêyên taxa Guneykenta navçeya Şahînbeyê wesayîtên bizirx ve girtin û operasyon birin ser maleke ku endamên DEAŞê lê hebûn. Endamên rêxistina terorê dema ku dîtin ewê bên girtin, xwe teqandin. Di teqînê de hin hêzên ewlehiyê jî birîndar bûn.
Waliyê Gazîentabê Alî Yerlîkaya çû cihê bûyerê û ji rayedaran agahî hilda.
Walî Yerlîkaya ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ev demeke îxbarek gihîştîbû wan ku digotin wê êrîşeke xwekujiyê wê li Komeleya Çanda Elewiyan bê kirin. Li ser vê îxbarê mala endamên rêxistina terorê DEAŞê hat tespîtkirin û operasyon hat kirin.
Yerlîkaya got ku dema operasyonê terorîstan xwe teqandine û wiha axivî: "Mixabin 3 polêsên me şehîd ketin û jê 4 sûrî 8 kes birîndar bûn."
Walî Yerlîkaya anî ziman ku ji bo aramî û ewlehiya bajêr xebatên wan ên li hember DEAŞ, PKK û FETO wê dewam bike.