Abdullah Tel
10 Sibat 2018•Rojanekirin: 11 Sibat 2018
KAHRAMANMARAŞ
Li Maraşê minîbêsek û kamyonek li hev qelibîn, di qezayê de 9 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn.
Minîbêsa bi pîleqeya 46 P 9627 a Cemal Avci (40) diajot li texma Beşoluka ser rêya Maraş-Qeyseriyê ji para va li kamyona bi plakeya 06 FZ6350 ya ku Alî Das diajot xist.
Gelek polês, ekîbên tenduristî û agirkujiyê sewqî cihê bûyerê kirin.
Di qezayê da ji heman malbata ku di minîbusê da bûn Zeynep (35), Yusuf (19), Cuma (14), Cengîz (11), Îsa (7), Celîl (2), Songul (24) û Cesur Avci (1) li cihê qezayê can dan û Esra Avci (16) jî dema ber bi nexweşxaneyê va dibirin bi ser xwe da nehat û wefat kir.
Cemal, Îbrahim, Berîvan û Suleyman Avciyê ku di qezayê da birîndar bûbûn jî li nexweşxaneyê tên tedawîkirin û 3 birîndarên din jî hema li ser piya hatin demankirin û rewşa wan baş e.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Maraşê Fatîh Mehmet Erkoç û Midûrê Ewlehiyê yê Bajêr Dogan Încî li cihê qezayê ji rayedaran agahî hildan.
Waliyê Maraşê Vahdettîn Ozkan hat dîtina birîndarên li nexweşxaneyê û der heqê rewşa wan da ji rayedaran agahî hilda.
Ozkan sersaxî da eqrebayên kesên di qezayê da can dan, ji bo birîndar jî şifa xwest û daxuyanî da rojnamegeran û got: "Mixabin em bi qezayeke wekî bobelatê ra rû bi rû mane, 9 kesan wefat kir û birîndarên me hene."