Nihat Kavşut
10 Sibat 2018•Rojanekirin: 11 Sibat 2018
MUGLA
Serokwezîr Bînalî Yildirim: "Ji du firokeyên me yên ATAKê yên ku li Efrînê wezîfe dikirin mixabin yek wan ket xwarê. Du qehremanên endamê Hêzên Çekdar şehîd ketin."

Yildirim piştî serdana xwe ya li Walîtiya Muglayê daxuyanî da rojnamevanan û der heqê rojevê da axivî.

Serokwezîr Yildirim li ser pirsa "Em dikarin der heqê firokeye ket da agahî bistînin? Çawa hatiye xistin?" wiha got: "Ji du firokeyên me yên ATAKê yên ku li Efrînê wezîfe dikirin mixabin yek wan ket xwarê. Du qehremanên endamê Hêzên Çekdar şehîd ketin. Mijara çawa ketiye hê eşkere nîne. Xebatên lêkolînê dest pê kirine. Hin agahî hene, lê ji ber ku encam tuneye em niha dikarin binêjin ku delîlekî eşkere yê ku nîşan bide bi midaxeleyeke ji derva hatiye daxistin tuney, belge tuneye. Xebat hê dewam dikin. Xwedê rehma xwe li şehîdên me bike."