09 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2016
ŞANLIURFA
Li Wêranşara navçeya Şanliurfayê di nava 2 malbatan da şerê çekdarî derket û 12 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, li taxa Hurriyetê di navbera herdu malbatên Aslan û Bozkurt da ku tê gotin xizmên hev in, ji ber sedemeke ku nuha nayê zanîn pevçûn derket.
Di pevçûna ku tê da çek, kevir û dar hatin bikaranîn da 12 kesê ku di nava wan da jin jî hene birîndar bûn.
Tîmên Servîsa Acila 112ê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê.
Polês û tîmên Cendirmeyan li cihê bûyerê û li nexweşxanê tedbîrê ewlehiyê berfireh kirin.
Der barê bûyerê da lêpirsînê dest pê kir.