ŞANLIÛRFA
Serokê Şaredariya Wêranşarê Emrûllah Cîn daxuyaniyek da û diyar kir ku hinek êzdiyên ku ji ber êrîşên DÎŞIya rêxistina terorê ji herêma Şengalê reviyan xwe sipartin bal xizmên xwe yên li navçeyê ne.
Cîn got ku ev jimar roj bi roj zêde dibe û da zanîn ku ji bo hewcehiya êzdiyan pêk bînin dê li Taxa Oglakçiyê li qadeke bi qasî 300 donim 50 konî vegirin.
Cîn da zanîn ku hatin dawiya xebatên binesaziyê û wiha axivî: "Em plan dikin konên ku ceyran, av û daşîrên wan jî hene di demeke nêz de amade bikin. Em niha hewceyiyên bingehîn pêk tînin. Gelê me yê hesas jî piştgiriyê dide arîkariyan."