Haydar Şahin
11 Gulan 2018•Rojanekirin: 12 Gulan 2018
ANKARA
Hat ragihandin li bendê ne ku îro û dawiya hefteyê li Herêma Rojhilatê Anadoluyê baran bibare.
Di daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê da hat destnîşankirin ku li başûrê rojhilatê welêt meha nîsanê qurax derbas bû û di gulanê da baran heye û carcaran şiliyên gur dibarin.
Hat destnîşankirin ku dawiya vê hefteyê li Diyarbekir, Şanliurfa, Mêrdîn, Batman, Sêrt, Gazîentab, Adiyeman û Kilîsê hewa dê ewravî be û baran bibare.
Di daxuyaniyê da ji welatiyan hat xwestin ku ji bo şilî, lehî, tengasiyan baldar bibin û bê tevdîr nemînin.