13 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2016
EDÎRNE
Hat diyarkirin ku di rewşa tenduristiya Selahattîn Demirtaşê Hevserokê Giştî yê HDPê yê ku di çarçoveya lêpirsîna terorê de li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edirneyê girtî ye de tu pirsgirêk tune.
Çavkaniyên dadgehê dan zanîn ku Demirtaş şeva 3yê kanûna pêşîn ji qelbê xwe aciz bû û 6ê kanûna pêşîn roja sêşemê xwest ku derkeve rewîrê.
Piştî miayeneya wî Demirtaş nexwest ku wî sewqî nexweşxaneyeke bi rêk û pêk bikin û rayedaran gotin ku di rewşa tenduristiya Demirtaş de tu pirsgirêk tune û da zanîn ku parvekirinên ku ji ser çapemeniya civakî der heqê rewşa tenduristiya Demirtaş de tên kirin rastiyê nîşan nadin.
Hevserokê Giştî yê HDPê Demirtaş di çarçoveya lêpirsîna terorê ya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ve tê kirin de bi hinceta digel ku berê ji bo îfadedayînê bangî wî kiribûn û ew jî neçibû di 4ê sermawezê de hatibû binçavkirin. Demirtaş ji aliyê dadgehê ve hatibû girtin û wî şandibûn Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edirneyê.