07 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim bi balafira taybet a bi navê "TC ANA"yê çû Iraqê.
Ercan Topacayê Waliyê Enqereyê, Mahmut Karaaslanê Midûrê Ewlehiyê û rayedarên din li Balafirgeha Esenbogayê Yildirim verê kirin.
Fikrî Işikê Wezîrê Parastina Neteweyî, Îsmet Yilmazê Wezîrê Perwerdeya Neteweyî, Berat Albayrakê Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî, Nîhat Zeybekciyê Wezîrê Aboriyê û Bulent Tufenkciyê Wezîrê Gumruk û Ticaretê bi Serokwezîr Yildirim ra çûn Iraqê.
Hat destnîşankirin ku Yildirim li Bexdayê wê bi Fuad Mesûmê Serokomarê Iraqê, Selîm Cuburiyê Serokê Meclisa Nûneran, rayedarên siyasî yên Iraqê, rûsipî û nûnerên tirkmenên Iraqê ra bê bal hev.
Hat diyarkirin ku Yildirim piştî pêwendiyên xwe yên li Bexdayê wê derbasî Hewlêrê bibe û bi Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistanê û Nêçîrvan Barzaniyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ra were bal hev.