07 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2017
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev hewaya herî sar di binê sifirê da bi 22 pileyî va li Qersê hat pîvandin.
Li gor agahiyên ku ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, tê texmînkirin ku li herêmê hewayê ewravî û ewrsayî be.
Li herêmê bi şev germahiya hewayê li Qersê di binê sifirê da 22, li Erdexanê di binê sifirê da 21, li Agiriyê di binê sifirê da 16, li Îdirê di binê sifirê da 14, li Erziromê di binê sifirê da 10 û li Ezirganê di binê sifirê da 4 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Ezirganê 6, li Îdir û Erziromê 2, li Erdexanê di binê sifirê da 9, li Qersê di binê sifirê da 4 û li Agiriyê di binê sifirê da 2 pile be.
Qalindahiya berfê li Agiriyê 51, li Erziromê 25, li Qersê 20, li Erdexanê 18, li Îdirê 10, li Palandokena navenda xweşiqitandinê 73, li Qonaxliya navenda xweşiqitandinê 69, li Cibiltepeya navenda xweşiqitandinê 63, li Ergana navenda xweşiqitandinê 40 santêm hat pîvandin.
Rayedaran hişyarî da welatiyan ku bira bêyî tevdîr denekevin rê, lewra dibe ku cemed çêbe û mij bikeve.