23 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2017
ANKARA
Sererkaniyê daxuyand, di operasyona ku li herêma Zapa li bakurê Iraqê dewam dike da 2 terorîst di hemleya esmanî da hatin kuştin û hejmara terorîstên ku di operasyonê de hatin berterefkirin jî gihîşt 47an.
Li gorî daxuyaniya li ser malpera Sererkaniyê, li herêma Zapê ya li bakurê Iraqê operasyona dijî hedefên rêxistina terorî berdewam e.
Di operasyonê da duhê 2 terorîst di hemleya esmanî da hatin kuştin û herwiha hejmara terorîstên ku di operasyonê de hatin berterefkirin jî derket 47an. Hêzên ewlekariyê 8 teqemeniyên destçêkirî jî ji navê birin.
Li dewrûbera Gênca navçeya Bîngolê jî piştî hemleya esmanî ya di 20ê cotmehê da hêzên ewlekariyê li dewrûberê lêgerîn kirin. Di vê kêliyê da ligel terorîstan pevçûn qewimî û di encamê da terorîstek hat kuştin, demançeyek, 597 fîşengên tivinga piyadeyan, çar bêtêl, dûrbînek, 21 şarjor, şeş tûp, 174 kîlogram esrara xubar û qederek jî alavên sereke yên jiyan û tenduristiyê hatin bidestxistin.
Terorîstekî ku ji rêxistinê reviya jî li Qiziltepeya Mêrdînê teslîmî hêzên ewlekariyê bû.