07 Nîsan 2017•Rojanekirin: 07 Nîsan 2017
ÎSTANBUL
Arîkarê Serokwezîrê Kurtulmuş: "Li Sûriyeyê lazim e ewil ev barbartiya Esed bê sekinandin. Lazim e bilez pevajoya aştiya Sûriyeyê bigihêje encamekê û ev encam mayînde bibe. Ev aştî jî lazim e wisa bê kirin ku hemû teref qebûl bikin. Ez hêvî dikim ku ev operasyona DYAyê bibe wesîleya aştiyê."
Kurtulmuşê Alîkarê Serokwezîr der barê êrîşa esmanî ya DYAyê li Sûriyeyê dijî baregeha rejimê kir da wiha got: "Wekî Serokomarê me jî got, gotin têrê nake, divê îcraet jî hebe. Bi destê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê êrîşa li dijî baregeha leşkerî ya jê êrîşî sivîlan kirin û çekên kîmyewî emilandin, girîng e. Divê civaka navneteweyî li dijî vê hovîtiya rejima Esed hewlesta xwe dewam bike û heta rejima Esed êdî nikaribe zirarê bide gel. Loma jî em vê êrînî dibînin û divê rejima Esed di civaka navneteweyî da bi temamî bê cezakirin."