06 Nîsan 2017•Rojanekirin: 07 Nîsan 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Tirkiyeyê der barê kîmyabarana rejima Esed ya li dijî bajaroka Xan Şêxûnê ya li Îdliba Sûriyeyê nameyek ji Neteweyên Yekbûyî (NY) ra şand û daxwaza cezakirina rejima Esed kir.
Hat diyarkirin ku di nameya Ferîdûn Sînîrlîogluyê Nûnerê Daîmî yê Tirkiyê yê NYê ji Sekreterê Giştî yê NYyê Antonîo Guterres û Seroka Konseya Ewlehiyê ya NY ya meha nîsanê Nikki Haleyê re şand de qala kîmyabarana ser Xan Şêxûnê kir û got rejim biryarên Konseya Ewlekariya NYê îxlal dike.
Di nameyê de cih dan van îfadeyan:
"Divê destûrê nedin bikaranîna çekên kîmyewî û yên ku bikartînin bê ceza nemînin. Rejima ku xwîna gelê Sûriyeyê pê ve ya divê hesab bide. Divê sûcên rejimê bê ceza nemînin. Em di serî de bangî rayedarên Konseya Ewlehiyê ya NYyê û erkdarên ku bandora wan li ser rejimê heye dikin, divê ev aliyên eleqeder berpirsiyariya xwe bi cî bînin û bo ev êrîşên xwînrêj bi dawî bibin hewl bidin."