Muhammet Kurşun
16 Gulan 2017•Rojanekirin: 17 Gulan 2017
ANKARA
Li bakurê Iraqê hêrêmên Zap û Metînayê bi firokeyên şer û wasiteyên esmanî yên bêmirov herekata esmanî hat kirin.
Di herekatê de binkeyên rêxistina terorî PKKyê, şikeft, stargeh û sîstemên wan ên şer û mewziyên çeka Doçkayê hatin îmhakirin. Di operasyonê de 11 terorîst hatin bêtesîrkirin.
Hat ragihandin ku endamên rêxistina terorî PKKyê di haziriyê de bûn ku êrişî ser qereqol û binkeyên eskerî li sînor bikin. Firokeyên şer ev tesbît kirin û operasyon li dar xistin.
Firokeyên ku wezîfeya xwe bi serkeftinê encam dan vegeriyan binkeyên xwe.
Artêşa Tirkiyê dîmenên herekatê jî parve kirin.