10 Mijdar 2016•Rojanekirin: 12 Mijdar 2016
ERZURUM
Rêxistina terorê PKK ya ku êrîşî aştî û aramiya Tirkiyeyê dike, di eyd û erefatan da jî xwînê dirijîne û zarokan dike hedefa xwe, ji 20ê tîrmeha 2015an heya niha 793 peywirdarên ewlekariyê û 314 sivîl şehîd kirin.
Terorîstên PKKyî li seranserê welêt çalakiyên xaîn pêk tînin û aştî û hizûra welat û herwiha sivîlan dikin hedefa xwe. Di van êrîşan da zirara herî mezin dîsa gihîşt welatiyên li herêma rojhilat û başûrê rojhilatê Anadoluyê.
Mensûbên rêxistina terorê ji bo ku rûberûyî hêzên ewlekariyê nebin, teqemeniyên destçêkirî li ser kuçe, kolan û di xanî, mizgeft û dibistnan da çal dikin û kemînan datînin. Herwiha di van çalakiyên bibombe da gelek welatiyên sivîl jî canê xwe dan.
Li gorî agahiya ku peyamnerê AAyê berhev kir, di navbera 20ê tîrmeha 2015an û 9ê mijdara 2016an da, ku dike 478 roj, di êrîşên mensûbên rêxistina terorê da 793 peywirdarên ewlekariyê ku polês, leşker û gundparêz in û 314 sivîl mirin.
Di çalakiyan da ji 4 hezarî zêdetir hêzên ewlehiyê û ji 2 hezarî zêdetir welatî birîndar bûn.
Di operasyonên li dijî rêxistinê da 5 hezar û 500 çek, 652 hezar gule, 142,5 ton teqemenî û qederê 15 hezar bombe hat qefaltin.
- PKKyê kurd koçber kirin
Endamên rêxistinê daketin navenda bajaran û welatiyan ji xwe ra kirin "mertalên zindî." Rêxistinê kurdên li herêmê ji îş û kar û warên wan kir.
Di serî da Hekarî, Diyarbekir û Şirnex endamên rêxistinê bi kolandina çalan, çêkirina barîkatan û teqemeniyan li gelek bajarên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê malbat kirin koçber.
Her çiqasî endamên rêxistinê xwestin asteng bikîn jî welatî bi alavên ku hildan ji axa xwe koç kirin û çûn cem xizmên xwe.
- Terorîstan li navendên bajêr êrîşên bombeyî kirin
Rêxistina terorê di êrîşên xwe da tevlî hêzên ewlehiyê, jin, zarok, ciwan, kal û pîr jî ji xwe ra kirin hedef. PKKya rêxistina terorê bi saya operasyonên serketî yên ku hêzên ewlehiyê li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê li dar xistin va gelek zirar dîtin. Ji ber ku gel jî piştgirî neda rêxistina terorê li navendên bajaran dest bi êrîşên bombeyî kir.
Di roja ewil a eyda Qurbanê da mensûbên rêxistina terorê li Wanê bi wesayîta bombebarkirî va êrîşî ser cihê polêsan a ku li ber Serokbajariya AK Partiyê bûn kirin. Di êrîşê da 50 jê sivîl û 4 polês 54 kes birîndar bûn.
Li Baglara navçeya Diyarbekirê mensûbên PKKya rêxistina terorê li nêzî avahiya ku midûriyetên şaxa Hêzên Çewîk û Têkoşîna Bi Terorê ra ya wesaîta bombebarkirî va êrîş kirin, 2 jê polês 11 kes şehît ketin û ji 100 jêdetir jî kes birîndar bûn.
Di êrîşa bi wesayîta bombebarkirî ya ku mensûbên PKKê birin ser Midûriyeta Ewlehiya Bajêr a Elazigê da jî 3 polês şehît ketin û sivîl jî di nav da nêzî 100 kesî birîndar bûn. Pispor dibêjin di operasyonên dijî PKKya rêxistina terorê de endamên rêxistinê mirin, muhîmata rêxistinê hat îmhekirin û moralê rêxistinê xirab bû, niha bi van êrîşên xayin hewl dide ku ser vê xisar û texrîbatê bigire.
-Siyasetmedar û muxtarên gundan jî qetl kirin
Hêzên ewlekariyê li bajêr û çolterê derbeyekê mezin li rêxistina terorê xist, rêxistina terorê ya cihêxwaz a ku derbe xwar berê xwe da aktorên siyasî û muxtarên li herêmê.
Girêgirên eşîran û gelê herêmê li hemberî rêxistina terorê ya xwînxwar bertek nîşan da, herwiha li ser vê rêxistinê berê xwe da siyasetmedaran. Piştî ku serkirdeyê rêxistinê siyasetmedarên ku fikr û ramanên wan cuda wekî hedef nîşan da, rêxistina terorê ya xwînxwar jî êrîşên dijî siyasetmedaran xurt kir.
Terorîstan, Ahmet Budakê ku di Hilbijartina Giştî ya Parlementeriyê ya 1ê Mijdarê da ji AK Partiyê namzed bû, Mehmet Şerîf Doguyê Endamê Meclîsa Şaredariya Ercîşê, Aydin Muştuyê Alîkarê Serokê Navçeya Ozalpê yê AK Partiyê, Deryan Aktertê Serokê Navçeya Dîcleyê yê AK Partiyê û dîsa Mixtarê gundê Bolukluya Hîzana navçeya Bitlîsê Salîh Guven kuştin.
- Ji 10 hezaran zêde terorîst hatin kuştin
Hêzên ewlehiyê di hundir welet û derveyî welet da hetanî niha di van 478 rojan da opersyonên serkeftî kirin. Li gor agahiyên ku ji Sererkanî, cenderme û polêsan hatin hildan di operasyonan de heta niha ji 10 hezarî zêdetir terorîst hatin kuştin.