10 Mijdar 2016•Rojanekirin: 12 Mijdar 2016
ŞANLIURFA
Azîz Kulanê ku li Ceylanpinarê navçeya Rihayê dije, hinek şitilên mûzê çikandin. Şitil nêzî 3 mêtroyî direj bû û nêzî 20 kîloyî mûz da.
Kulan daxuyand ku wî ji bo ceribandinê hinek şitilên mûzan par ji Antalyayê kirîne. Kulan got ku ev yek li Rihayê cara ewil çêdibe û wiha axivî:
"Ez ji çandina fêkiyan gelekî hez dikim. Hin caran ez li bexçeyê xwe tiştên cuda diceribînim. Min par got ezê mûza biçînim û ez çûm ji Antalyayê min hinek şitil anîn û çikandin. Çêbûn. Ez gelekî kefxweş bûm. Ez ê îsal kestana jî biçînim înşellah. Di bexçeyê min da nêzî 150 cureyî darên fêkiyan hene."