04 Adar 2017•Rojanekirin: 04 Adar 2017
KOCAELÎ
Işikê Wezîrê Parastina Neteweyî: "Gotina PYD kurdên li Sûriyeyê temsil dike dereweke mezin e. Vê gavê herî zêde PYD kurdên li Sûriyeyê dikuje. PYD li dijî kurdên mixalif neyartiyê dike, ji holê radike û car caran jî dikuje. Divê ev bi taybetî bê gotin, lêwra helwesta Tirkiyeyê li dijî kurdan nîne."
"Haya me jê heye dixwaze li herêmê ji xwe ra qadeke desthilatdariyê çêke. Car caran ji bo vê dikeve nav hewldanan jî, lê dema hewl dide derbeyeke kujer ya hêzên çekdar ên tirkan li serê wan dikeve."
"(PYD) Êdî wan dizanibû wê ji Minbicê bên derxistin, ji ber vê rabûn bi DEAŞ û rejimê re li hev hatin, niha jî plana ku heremê ji rejimê re bihêlin didine destpêkirin. Li vê derê divê DYA û hêzên koalîsyanê jî bila bizanibin ku ev mijar li herêmê meseleyeke hesas e."