Li Dîlovasiya navçeya Kocaeliyê TIRa ku ji ser rêya TEMê derbasî şerîta din bû qeza kir û 6 wesayîtanên din jî li hev ketin. Di qezayê de kesek jî xedar birîndar bû.
Li gor agahiyên ku hatin hildan TIRa bi plakeya 54 H 2082 a ku şofêrê wê Mehmet Ustun (65) bû li ser rêya TEMê li texma Marshallê derbasî şerîta hember bû û li wesayîtên ku ber bi aliyê Enqereyê ve diçûn xist. Ji ber vê jî 6 wesayîtên ku li ser rêya hember bûn tevlî qezayê bûn. Di qezayê de TIR qulipî û Ustun tê de ma. Ekîbên agirkujiyê hatin cihê qezayê û Ustun ji TIRê derxistin û şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Gebze Fatîhê.
Piştî qezayê rêya TEMê 5 saet ji çûn û hatinê re hat girtin.
Ji ber qezayê rûnê motoran ji TIRê rijiya ser rê. Piştî xebatên paqijkirinê rê ji çûn û hatinê re hat vekirin.