22 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2016
TBMM
Wezirê Parastina Neteweyî Fîkrî Işik got, "Di çarçoveya Herekata Mertalê Feratê da hetanî îro 1005 terorîstên DEAŞa rêxistina terorê hatin berterefkirin. Wek mayîn 4 tank, 29 hewan, 97 wesayîtên ku 41ê wan bi çekin, 621 avahî û 61 kozikên parastinê, 28 navendên fermanê, 17 baregeh hatin îmhekirin, 11 wesayîtên bombebarkirî yên DEAŞê hatin teqandin. 299 terorîstên PKK/PYD/YPGyî hatin berterefkirin. Di van operasyonan da 14 avahî, 4 kozikên parastinê, 5 wesayît û droneyek ên PKK/PYD/YPGê hatin îmhekirin. Cerablus Er Raî û Dabiqa ku ji bo DEAŞê girîng e hatine xelaskirin, ev girîng e. Bi van deran va 2 hezar kîlomêtreqare ji terorîstan hatiye safîkirin, 225 jîngeh hatine azadkirin."
Wezîrê Parastina Neteweyî Işik: "Di vê navberê da FETO jî vala nasekine, li dijî Balyozê Ûris ê li Enqereyê sûîqesteke xaîn kir û her wiha li pey wan hesaban e ku peywendiyên me yên digel Rûsyayê ku bi hewl û xebateke mezin va hatibûn duristkirin û hevkariya me ya tehliyekirina sivîlên li Helebê xirab bike. Tirkiyeyê nekeve xefika van lîstikan û dê teslîmî terorê nebe."
Wezîrê Parastina Neteweyî Işik: "Di vê navberê da FETO jî vala nasekine, li dijî Balyozê Ûris ê li Enqereyê sûîqesteke xaîn kir û her wiha li pey wan hesaban e ku peywendiyên me yên digel Rûsyayê ku bi hewl û xebateke mezin va hatibûn duristkirin û hevkariya me ya tehliyekirina sivîlên li Helebê xirab bike. Tirkiyeyê nekeve xefika van lîstikan û dê teslîmî terorê nebe.