22 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Kongre û Çandê ya Gel a Beştepeyê di Merasima Vekirina 151 Berhemên Mezin de axivî.
Erdogan behsa leşkerên ku di Operasyona Mertalê Firatê de şehîd ketine kir û wiha axivî: "Rehma Xwedê li 16 leşkerên me yên ku duh li El Babê şehîd ketin bibe, Xwedê şifayê bide birîndaran. Ev têkoşîna me ne têkoşîneke li rêzê ye. 16 leşkerên me şehîd ketin, qasî 200 DEAŞî ji li wir hatin kuştin. Li hember kesên ku her tim gefê li welatê me dixwin nabe em bisekinin, ji bo vê çi hewce dike, em dikin. Li Eksê têkoşîna berê nika em bi êrîşeke asîmetrîk ra rû bi rû mane. Rêxistinên terorê bi tenê piyonên vî şerî ne. Têkoşîna me ya esil bi hêzên li pişt vê da ne ra ye. Evan hêzan ku dera me hesas dibînin êrîşî wê derê dikin."
- "Heger em rawestin, ciyê me wê bibe şert û mercên Sevrê ne"
Serokomar Erdogan got ku hewl tê dayîn ku dinya û herêm ji nûva bê sazkirin û wiha dewam kir: "Di vê qonaxa krîtîk da dixwazin dinyayê û herêma me jinûva saz bikin, heger em rawestin, ciyê ku emê xwe lê bibînin, şert û mercên Sevrê ne. Hal ew e ku hê jî di dilê me da xemgîniya xalên ku di Lozanê da ji destê me filitîn heye. Divê mirov eşkere xeberde; Tirkiye piştî Cenga Rizgariyê, têkoşîna xwe ya herî mezin û qewî dike. Ev têkoşîn; têkoşîna yek milet, yek ala, yek welat, yek dewletê ye."
- "Em îro mecbûr in ku îstiqlala xwe garantî bikin"
Erdogan destnîşan kir ku Tirkiye mecbûr e ku îstiqlala xwe garantî bike û wiha axivî: "Vê gavê rewşa ku em tê da ne pir cuda ye. Em îro mecbûr in ku wek welat û millet siberoj û îstiqlala xwe garantî bikin. Ji ber vê divê 79 milyon, hemû cudahiyên xwe yên dîtir daynin aliyekî û em ji bo pêşeroja xwe yek û bi hev ra hereket bikin."