31 Gulan 2016•Rojanekirin: 31 Gulan 2016
ANKARA
Sererkaniyê ragihand ku di navbera 25-29ê Gulana 2016an da li dijî herêma Metîna ya li bakurê Iraqê hemleyên asîmanî pêk hatin, 14 mensûbên rêxistina terorê hatin kuştin, 3 stargeh û 2 kozikên çeka bimakîne doçkayê hatin jinavbirin.
Li Şemzînana navçeya Hekariyê ji hewayê operasyon birin ser hedefên rêxistina terorê yên li çola navçeyê û 4 hedef hatin îmhekirin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitandin, li ser îstixbaretekê bi şev di saet 01.05-01.58an da demildest operasyon hat kirin.
Teyareyên Hêzên Çekdan ên Tirkiyeyê êrîşî herêmên du stargeh û kozikên rêxistina terorê lê ne kirin û 4 hedef îmhe kirin.
Teyareyên ku bi serkeftî wezîfeya xwe kirin vegeriyan baregehên xwe.